Ürün Özellikleri
Stok Kodu
9786056392641 Boyut
135-195-0 Sayfa Sayısı
157 Basım Yeri
İzmir Basım Tarihi
2014-12-30
Kapak Türü
Karton
Kağıt Türü
2.Hamur
Dili
Kürtçe
Cîhan Roj, vê carê jî bi romanekê hat û li miqabilî me sekinî. Cîhan roj, di vê romana xwe de, bêyî ku bi tûmerî ji şêwaza xwe bi dûr keve, li ser koka xwe sekiniye û çav dike Vircinia Woolf. Guhê xwe dispêre zemên û li nihirîna Woolf guhdar dike. Sewta nihirîna Woolf vediguhêzîne guhê xwînêr. Woolf texlît nake. Wek referans dihesibîne. Bi ziman û çavdêriyeke realîst, radihêle xwînêr û di nava Stembol û Diyarbekirê de dibe û tîne; xwîner, ne ji te'ama çavdêrî û vegotinên fantastîk bêpar dimîne û ne ji hisandina teknîka veherikîna şiûrê dûr dimîne. Cîhan, di vê romanê de, ji merhaleyekê bi rê ketiye û berê xwe daye merhaleyên dîtir. Ji bûyer û portreyan bêtir, takekesî heye; serhiş û binhişê Gulten heye. Kerem bikin dehlîz û maxzenîk û tarîstana binhiş.
Yorum yaz