Ürün Özellikleri
Stok Kodu
9786059014083 Boyut
130-195-0 Sayfa Sayısı
84 Basım Tarihi
2023-05-15
Çeviren
Kawa Nemir
Kapak Türü
Karton
Kağıt Türü
Kitap Kağıdı
Dili
Türkçe
Bartlebyê Nivîsevan (1853), novela Herman Melville, di dîroka wêjeyê de, ya ku mirovahîyê pak dike, bûye yek ji berwexttirîn deqên rijd û qurs, yek ji mizgînberan bo şahkarên di vî warî de. Her wisa jî Bartlebyê Nivîsevan bere bere bûye yek ji nemirtirîn berhemên Herman Melville bi xwe, yê ku di saxîya xwe de qedr û qîmet nedîtîye, lê îro bi gelek berhemên xwe ve, bi taybetî jî bi Moby-Dicka xwe ve, nivîskarekî hemû mirovahîyê ye.
Warê bi navê werger ê ku “gulvedana gewre” ya wêjeya Kurdî ye, ji berêkê ve ber bi qonaxeke firehtir ve bi xwebexşîya gelek wergêrên Kurd ên xort û ciwan gavên hêvîbexş davêje. Ji bo Weşanxaneya Lîsê cîyê şanazîyê ye ku Bartlebyê Nivîsevan a Herman Melville jî tevî vê qonaxa dûr û dirêj dibe. Bartlebyê Nivîsevan tevî şanzdeh xetên wênesaz Sevinç Altanê, yên ku ji bo vê wergera Kawa Nemir bi taybetî hatin çêkirin, dê bibe delîve da ku xwînerên Kurd di nava hevoksazîya Melville re raperîna bêdeng a mirovê asê bibînin û gelek tiştên din jî “bixwînin”.
Yorum yaz