Ürün Özellikleri
Stok Kodu
9786059014809 Boyut
130-210-0 Sayfa Sayısı
88 Basım Yeri
Diyarbakır Basım Tarihi
2019-07-30
Kapak Türü
Karton
Kağıt Türü
2.Hamur
Dili
Kürtçe
Wekî şênîyên Dersimê me berê di civînên xwe de, di şînên xwe de, di şayî û dawetên xwe de, di serdana nexweşên xwe de, di kar û barên xwe ên derve û di ayînên xwe ên dînî de her tim dûrik, zêmar, kilam û stran digotin. Min rojekê ferq kir ku ev rîtûelên ku min li jorê behs kir her ku diçe kêm dibin. Min wê çaxê biryar da ku berhevkarîya vê gencîneya bêhempa a herêma Dêrsimê bikim ku nevîyên me jî karibin mîna me kilaman bibêjin û bistrên û ev kilamên ku ji zaroktîya min mayî tu carî winda nebin. Elbet ev xebata min keda bîst salan e. Ez li gelek gundan gerîyam û min ji gelek kilambêjan gelek kilamên ciyawaz berhev kirin. Ev xebata han li ber gencîneya kilamên tevayîya welêt zahf hindik e. Lê ez hêvî dikim ku ew ê xwendevan û kilamhez ji xebata me hez bikin û bi kêfxweşî bixwînin.
Yorum yaz