Ürün Özellikleri
Stok Kodu
9786056211287 Boyut
145-195-0 Sayfa Sayısı
76 Basım Yeri
İstanbul Basım Tarihi
2011-05-27
Kapak Türü
Karton
Kağıt Türü
2.Hamur
Dili
Türkçe
Dozdeh Çirka Sîdar Jîr derçû!
Dozdeh Çirk, pirtûka duyemîn a kurteçîrokan (a pêşîn, Ariya Giyanên Stewr, Bajar, 2004) a çîroknûs û wergêr Sîdar Jîr, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Dozdeh Çirka Sîdar Jîr ji neh çîrokên ku em wekî "çem-çîrok" dizanin hatiye honandin. Nivîskar ji destpêka nivîsandina xwe heta niha - ku em di çîrokên wî de jî dibînin - her dem li deriyên ku berê Kurdiya reş bidin asoyên firehtir dide û ji bo vê yekê jî her dem di çîrokên xwe de di nava lêgerînê de ye.
Sîdar Jîr di Dozdeh Çirkê de jî bi me dide hiskirin ku zimanê wî yê çîrokê zimanekî resen e û reng e ku bandora gelek wergerên ku wî ji Îngilîzî û Tirkî kirine rê li ber wê yekê vekiribe, da ku Sîdar Jîr bêtir hewil bide berê xwe, berê çîroka xwe û berê Kurdî bide asoyên dîtir.
Di Dozdeh Çirkê de jî, Sîdar Jîr bi mijarên balkêş û çîrokên ku bi awayekî surprîz xwendevên carinan li erdekî reş dihêlin, carinan dikin ku xwendevan bi her du destan çavên xwe bigire fedî bike û carinan jî dikin ku xwendevan mit bibe di encama çîrokan de.
Nivîskar Sîdar Jîr bi Dozdeh Çirkê li pey e ku çeşnekî nû li kurteçîroka bi Kurdî zêde bike. Lewma jî ev pirtûka wî ji neh çîrokên ku hemû bi hev ve girêdayî ne pêk tê û ev yek jî di wêjeya me de gaveke nû ye.
Yorum yaz